Komîteya parastinê ya hevbeş a Rûsya, Îran,Iraq û Sûriyê dicive

Ragihandinên Îranê dibêjin, wezîrên wan çar welatan dê behsa terorê li navçeyê û parastina yek parçeyiya welatên navçeyê bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîteyeke hevbeş a bergirî ya di navbeyna Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyê de, li Bexdayê dicive û behsa şerê terorê li navçeyê dikin.

Televizyona fermî ya Îranê eşkere kiriye, îro li Bexdayê, komîteya hevbeş ya ewleyiya welatên Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyê dicivin, û biryar e jî Wezîrên bergirî yên her çar welatan di wê civînê de beşdar bin.

Wezîrê bergirî yê Îranê Emîr Hatemî îro gihiştiye Bexdayê û berîya civîna çar alî, digel berpirsên serbazî yên Iraqê civiya. Ragihandinên Îranê dibêjin, wezîrên wan çar welatan dê behsa terorê li navçeyê û parastina yek parçeyiya welatên navçeyê bikin.

 

C.B