Giştî Li Colemêrga amadekariyê werzê zivistanê tên kirin

Li Colemêrga amadekariyê werzê zivistanê tên kirin
Welati

K24-Colemêrg

Li Colemêrga ku 6 meh şertên zivistanê lê tê jiyîn, welatî ji bo bergiriyên zivistanê pediviyên xwe berhev dikin û ji bo ajalên xwe jî êm û pûşên ku kom kirine diavêjin patosê û li benda wê zivistana dijwar in.

Bi nêzîkbûna zivistanê re pêleyên germê her diçe kêm dibe û rewşa hewayê dicemide. Li Colemêrga ku jiyana rojane 6 meh di bin bandora zivistanê de derbas dibe, welatî bi rêk û pêk amadehiyên xwe yên zivistanê dikin û ji bo zivistanekî germ bijîn yek bi yek hewcedariyên xwe peyda dikin.

Jina bi navê Enîme Olmez ku li gundê Rindik dijî, tevî hemû keşeyan jî amadehiya zivistanê dike û hejikên ku berhevkiriye dike gûrz.

"Ez û mêrê xwe em diçin çiyê û çilo diçinin. Lawê min kêmendame û ji ber vê yekê jî nikare alîkariya me bike. Em bi serê xwe diçin çiyê û wan hejikan berhev dikin. Piştre em wan hejikan dikin erebokê û tînin ser rê."

Welatiyê bi navê Îhsan Olmez jî radigihîne ku ew bi karê ajaldariyê ve mijûl dibin û ji ber vê yekê jî ew axur û gomên ajalên xwe sererast dikin.

"Em li gunda dijîn. Em bixwe şûxlê pez û ajalan dikin. Demsala payîzê xelas dibe. Em ji dara hejikan kom dikin. Qutên xwe amade dikin. Ger hebin em xaniyên xwe çêdikin. Cihên ku xerabûnê em têkûz dikin."

Li gundê Silehê jî amadekariyekî cûda heye. Şêniyên gund ew giya û çêreyên ku havinê çandine li patosê dixin û hewcedariya êm û pûtên ajalan peyda dikin. Ji şêniyên gundê Silehê Şukru Ozatak li ser wan amadekariyan axivî.

Welatî Şukru Ozatak wiha got:"Em pez û dewaran xwedî dikin. Em ji çiyê bi ereban ve giya diçinin û tînin. Ji bo ku ew giyayê me berhevkirî ziyan nebe û nerizî em serê digrin û naylon dikin da ku ajalên me birçî nemînin."

Welatî Adil Çîçek wiha axifî:"Van êzingan me ji newala jorîn birî. Me wan êzingan hûrkirî. Ger ku xwedê hez bike em ê wan êzingan bibin gund. Êdî wextê zivistanê ye. Em ê van êzingan bişewitînin."

Li Colemêrgê bilindahiya bajêr bi kasî 1720 metreye û ji 12 mehan şeş meh di bin bandora zivistanê de derbas dibe. Li gundên Colemêrgê welatî bê navber di van rojên payîza paşîn de amadekariya zivistanê dikin û pêdiviyên zivistanê peyda dikin.