HSD û DAIŞ dîlan bi hev diguherin

Di navbera Hikûmeta Sûryê û Hêzên Sûrya Demokrat û DAIŞê de, biryar e di nava du rojên dahatî de, 25 kes ji parêzgeha Siwêda ku di destê DAIŞê de ne, bên berdan.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku bi rêketinekê di navbera Hikûmeta Sûryê û Hêzên Sûrya Demokrat û DAIŞê de, biryar e di nava du rojên dahatî de, 25 kes ji parêzgeha Siwêda ku di destê DAIŞê de ne, bên berdan.

Çavdêrgehê diyar kir, ku piştî nêzîkî sê mehan ji revandina wan kesan, biryar e li gorî rêketinekê di navbera DAIŞ û Hikûmeta Sûryê û HSDê de, 9 jin û 16 zarok ku ji parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûryê ne, ji aliyê DAIŞê ve bên berdan.

Hat ragihandin, ku DAIŞê ji bo berdana wan dîlan, merc danîbû ku divê Hikûmeta Sûryê û HSDê 60 jinên DAIŞê serbest beredin.

Di 25 Tîrmehê de, çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Siwêda kirin û bêtirî 200 kesan kuştin û hejmarek jin û zarok revandin.

N.O