Kerkûk amade ye rûbirûyî her gef û êrîşekê bibe

Berpirsên Kurd li Kerkûkê dibêjin, gefên wan bandorê li ser birêvebirina referandûma serxwebûnê nabe û hêza Pêşmerge jî amade ye rûbirûyî her gef û êrîşê bibe.
kurdistan24.net

K24 – Kerkûk

Bi nêzîkbûna referandûmê re, beşek ji endam û berpirsên Heşda Şeibî û kesayetên Iraqî gefa bikaranîna hêzê li dijî Kurd dixwin, gefên wan jî zêdetir li ser Kerkûkê ne. Berpirsên Kurd li Kerkûkê her çend e bi pêwîstî dizanin xwendina cidî ji wan gefan re hebe, lê di heman demê de jî dibêjin, gefên wan bandorê li ser birêvebirina referandûma serxwebûnê nabe û hêza Pêşmerge jî amade ye rûbirûyî her gef û êrîşê bibe.

Berpirsê Encûmena Serkirdayetiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê Selah Delo ji K24ê re wiha axivî: “Roj hebû li sînorê Kerkûkê 250 Pêşmerge şehîd û birîndar dibûn, lê ti carî gef û êrîş bandor li ser xelkê Kerkûkê bikin. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her dem bi piştevaniya xelkê Kerkûkê kariye vê sînorê biparêze. Niha jî ti metirsiyeke me ji wangefan nîne û ti bandor li ser giyanê xelkê Kerkûkê bo birêvebirina referandûmê nabe.”

Cîgirê Serokê Malbenda Kerkûkê yê YNKê Rewend Mehmûd jî got: “Pêwîst e hesabê her êrîşekê, çawaniya rûbirûna wê û çawaniya parastina van navçeyan bê kirin. Ji ber ku di van navçeyan de şer heye. nakokî û milmilaneyên taifî, mezhebî û li ser xakê heye.

Çeperên Pêşmerge û Heşda Şeibî li çend navçeyên Kerkûkê gelekî ji hev nêzîk in û hevahenga wan jî bi hev re heye. di heman demê de beşek ji berpirsên Heşda Şeibî gefê li Kurd dixwin.

Fermandarê di Firqeya Îmam Elî yê Heşda Şeibî Rezaq Muhin Selman ji K24ê re got: “Em pabend in bi biryar û arasteyên merciyeta Şîe. Niha merciyet daxwaz ji me dike, pirsgirêkan bi aştî û guftûgo çareser bikin. Li gor peyrewên merciyetê jî naxwazin bi riya hêzê û xwînrêtinê çareser bikin.”

Pêşmerge wek parêzvanê destkeftan û mertala parastina Kurd û dewleta Kurdistanê ya dahatûyê, her dem bi rûbirûbûna gefan nîşan dane. Niha jî amadekariyên temam girtine ber.

Fermandarê Fewca Yekem ya Hêza Pêşmerge li Başûrê Kerkûkê Moqedem Rukin Hêmen Hesen ji K24ê re wiha got: “Axaftinên wan bo me ne girîng in, ligel wê jî me amadekariya temem bo rûbirûbûna her gef û êrîşekê girtine ber, bo parastina vê sînorê. Ev gefên ku niha tên xwarin, heger kî bike, di dilniyayî dê bên şikandin.”