Rapora Azadiya Medya 2018 hate belavkirin

Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya salane ya 2018an a Azadiya Medya li cîhanê belavkir. Tirkiye, Iran, Iraq û Suriye di raporê de di rêzên dawî de cîh digirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya salane ya 2018an a Azadiya Medya li cîhanê belavkir. Tirkiye, Iran, Iraq û Suriye di raporê de di rêzên dawî de cîh digirin.

Tirkiye di navbeyna 180 welatan de di rêzbendiya 157an de cîh digire û wekî welatek dijminê rojnamevaniyê tê binavkirin. Herweha tê diyarkirin ku, li Tirkiye rojnamevan bi awayek rotini tên girtin û tewanên terorê li wan tên kirin.

Di cîhanê de Norweç wekî baştirîn welatê azadiya medya heyî tê rêz kirin. Swêd, Hollanda, Finlanda, Swîsre, Jamaika, Belçika, Zelanda Nû, danimarka û Kosta Rika welatên din bi rêz ên azadiya medya heyî tên liqelem dan.

Welatên herî xerab di azadiya medyayî de: Koreya bakur, Eritre, Tirkmenistan, Suriye, Çin, Vietnam, Sudan, Cibutî, Kuba û Ekwadora Gine ne.

 

 

C.B