Pentagon: Em behsa vegera artêşa Sûrya ji bo Efrînê nakin

Hikûmeta Sûrya ji bo ku derbasî Efrînê bibe merc daniye ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çekên xwe radestî artêşa Sûryê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, pirsa vegera artêşa Sûrya ji bo Efrînê û rêketina wê li gel Kurdan, di nav karên taybet yên wezareta derve ya Amerîka de nayê behskirin.

Peyvdarê Pentagonê Eric Bahon got: "Wezareta berevaniya Amerîka ti piroseyeke serbazî li Efrînê encam nade. Eger Kurd û Hikûmeta Sûryê lihev bikin, wê ew kar pêwendî bi wezareta derve ya Amerîka ve hebe nek bi Pentagonê".

Berî niha jî hat ragihandin, ku Kurd û Hikûmeta Sûrya gihiştine rêketinekê ji bo artêşa Sûryê vegere Efrînê, lê ew nûçe ji aliyê nûçegihanê RT ve hat redkirin.

Nûçegihanê wê kenalê got: "Hikûmeta Sûrya merc daniye ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çekên xwe radestî artêşa Sûryê bikin, lê YPG ew merc red kiriye û herdu alî negihiştine ti rêketinekê".

Artêşa Tirkiyê di 20ê meha derbasbûyî de, bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kir li Efrînê û heya niha ew operasyon berdewam dike.