Joschka Ficher: Serxwebûn mafê Kurdistanê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve û cîgirê Serokwezîrê berê yê Almanyayê Joschka Ficher di daxûyaniya xwe ji Euronews re diyarkir ku, Diyarde ya serxwebûna Kurdistanê, têkoşîna Kurdan hemberî DAIŞê ye.

Joschka Ficher got ku, herçend Kurd ne dewlet jî bin, diyarkirin hêzek ku dikarin bibin dewlet in. Qehremaniya Kurdan hemberî DAIŞ nîşan a vê yekê ye. Di herêmê de hevkarê herî bibawer Kurdistan e. Bi destkeftinên xwe Kurd ji alî siyasî û serbazî ve jî ber bi rêya serxwebûnê dane rê.