Kurdistan Li Dêrsimê leşkerek hate kuştin

Li Dêrsimê leşkerek hate kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin leşkerek jî birîndar bû.

Li navçeya Çemîşgezekê li herêma Alîbogazê ya Dêrsimê Îro navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de şer derket. Di encamê de leşkerekî canê xwe ji dest da û leşkerek jî bi giranî birîndar bû.

Lê herêma Alîbogazê nêzikê hefteyekî ye li dijî PKKê operasyonên berfereh tên birêvebirin.

Ji aliyekî din ve, Parêzgeriya Dêrsimê ragihand ku, li navçeya Çemîşgezekê termên 5 endamên PKKê digel çek û teqemaniyan hatine dîtin.