80 endamên “Mertala Ferêt” xwe radestî HSDê kirin

80 endam “Mertala Ferêt” tevî malbatên xwe reviyan û xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

K24 – Navenda Nûçeyan

80 endam “Mertala Ferêt” tevî malbatên xwe reviyan û xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Li gorî medyayên nêzîkî HSDê, di hefteya derbasbûyî de 80 endamên grûpên “Mertala Ferêt” ku ji herêma Dêrazorê ne, tevî malbatên xwe reviyan û berê xwe dan herêmên Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

Kesên ku ji “Mertala Ferêt” veqetiyane, diyar kirin ku ew ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê tevlî “Mertala Ferêt” bûne.

Heman kesan destnîşan kirin, Tirkiyê gelek soz dabû wan, lê Tirkiye tenê dixwaze armancên xwe yên dagirkeriyê bi riya van koman bi cih bîne.

Kesên ku ji “Mertala Ferêt” cuda bûne gotin ku piştî wan rastiya dagirkeriya dewleta Tirk nas kir ew veqetiyan.

Ew kes piştî ku gihiştin deverên bi ewle yên HSDê biryara tevlîbûna di nava Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de dan.

Beriya niha jî ji heman komên çete 250 kes veqetiyan û tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn.