Berpirsekî hewalgiriya serbazî di Heşda Şeibî de hat kuştin
K24- Navenda Nûçeyan
Berpirsekî hewalgiriya serbazî û yek ji çekdarên Heşda Şeibî, ji aliyê hêzên Pêşmergên Zêrevanî ve li bendava Mûsilê hatin kuştin.
Ew berpirsê serbazî, alîkarê rêvebirê giştî yê hewalgiriya serbazî bû di Heşdê de û di encama rûbirûbûnê de li gel hêzên Zêrevanî hat kuştin.
Wekî ku Heşda Şeibî belav kiriye, nave wî berpirsî "Ehmed Ubêdî"ye û bi Ebû Yasir dihat naskirin û li gel çekdarekî din yê Heşdê di wî şerî de hat kuştin.