Îsmaîl: Ji bo berjewendiya gel, Siûd Mela bi hemû aliyan re nerm e

Berpirsê Birêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ragihand, biyara girêdana kongreya çaremîn a ENKSê lidar e û ji bo ku komîtên ENKSê bi rê ve biçe, ev komît hatin nûkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Birêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ragihand, biyara girêdana kongreya çaremîn a ENKSê lidar e û ji bo ku komîtên ENKSê bi rê ve biçe, ev komît hatin nûkirin.  

Berpirsê Birêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re di civîna ENKSê de hemû komîte xwe nû kirin û komîteke din bi navê Desteya Siyasî ji 5 endamên 5 partiyan hat avakirin, ji bo dana biryarên siyasî û şopandina rojane ya karên ENKSê bike. Ji nava wan 5 partiyan jî Sekreterê Giştî yê PDK-Sê Siûd Mela jî wek serokê nû ji ENKSê re hat hilbijartin.

Amaje bi wê jî kir, di wê civîna ENKSê de, endamên Komîta Pêwendiyên Derve hatin hilbijartin. Herwiha Emîndariya Giştî jî ji 15 endamên partiyan û 16 kesên serbixwe ji jin û xortan hat nûkirin.

Mihemed Îsmaîl da zanîn jî, Emîndariya Giştî îro civîna xwe lidar xist û komîtên ku pê ve girêdayî bûn wek komîta yasayî, komîta ragihandinê û , ew jî hatin nûkirin

Aşkere kir jî, Sekreterê Giştî yê PDK-Sê Siûd Mela bi tevahiya dengan ji bo postê Serokê ENKSê hat hilbijartin.

Îsmaîl amaje bi wê yekê jî kir, ji ber nebûna derfeta beşdarbûna endamên ji Efrîn û Kobanê ew komîtên hatine nûkirin, ti endamên ji Efrîn û Kobanê tê de nebûn.

Tekez kir jî, biyara girêdana kongreya çaremîn a ENKSê lidar e, çi demê derfet çê bibe, ji bo ku komîtên ENKSê bi rê ve biçe, ev komît hatin nûkirin.  

Mihemed Îsmaîl amaje bi wê jî kir, pêwendiyên Siûd Mela ligel hemû aliyan nerm e û rikberiya ti aliyelî nake, evî jî divê hêzek e ji bo parastina berjewendiyên bilind ên gelê Kurd.