Tirkiyê HDP: Di encamên referandumê de guman hene.

HDP: Di encamên referandumê de guman hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDP Mîthat Sancar dibêje, di dema bangêşiyên referandumê de neheqiyên mezin hatine kirin û di encamên referandumê de jî guman hene.

Sancar, li Parlamentoya Tirkiyê di dema gotubêjkirina pêşnumeya dirêjkirina rewşa awarte de axivî û got, hikûmet dibêje, hilbijartineke dadwerane derbas bûye, lê di dema bangêşiyê de ji roja destpêkê heta dawî astengî bo wan hatine derxistin.

Sancar da zanîn, di pêvajoya referandumê li her deverê pasên wan hatine rawestandin û gelek dever bo bangêşiya wan hatine qedexekirin û li ti deverekê paseke partiya desthilatdar nehatiye rawestandin.

Sancar got, rikaberê herî xurt ku Selahedîn Demîrtaş bi hincetên derew avêtine zîndanê û piştre bangêşiya xwe kirin û bang li Serokomar Erdogan kir ku, çawa kariye vê qebûl bike.