Tirkiye: Liser biryara DMM a Ewrûpa liser Demirtaş, çi gotin?

Piştî biryara DMME'yê, parêzerên Demîrtaş, bo bicîhkirina biryara dadgehê serî li 19emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê dan...

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî zîndaniya du salan zêdetir, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara xwe aşkera kir û da zanîn, mafê azadî, ewlekarî û hilbijartinê yê Selahedîn Demîrtaş hatiye binpêkirin û daxwaza berdana Demîrtaş û qerebûkirina maddî kir.

Dadgehê her weha da xuyakirin, xala 18emîn a Dadgehê hatiye binpêkirin ku wate Demîrtaş ji ber sedemên siyasî di zîndanê de ye.

Piştî biryara DMME'yê, parêzerên Demîrtaş, bo bicîhkirina biryara dadgehê serî li 19emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê dan.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan daxwaza bicîhkirina biryara Dadgeha Mafê Mirovan dike.

PERWÎN BULDAN - HEVSEROKA HDP diyarkir:

"… Em bi kêfxweşî û kelecanê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jibo azadkirina Selahedîn Demîrtaş pêşwazî dikin. Di çarçoveya serdestiya mafnasiyê de divê demildest, dadgehên herêmî biryarê bicîh bikin û di serî de Selahedîn Demîrtaş, hemû hevalên me yên girtî, gavek zûtir bên berdan."

Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye ku pabendê biryarê be. Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Ebdulhemîd Gul dibêje, ew di destpêkê de dixwazin biryarê bibînin, lê Serokomarê Tirkiyê dibêje ew pabendê biryarê nabin.

RECEB TAYÎB ERDOGAN - SEROKOMARÊ TIRKIYÊ anî ziman:

"… Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan me girênade. Heta niha DMMEyê derbarê rêxistina terorê de gelek biryar dane ku Hemû dijî me ne. Hemberê vê em jî dikarin gelek tiştan bikin. Emê pêngaveke dijber bavêjin û mijarê dawî bikin."

Erdogan behsa pêngaveke dijber dike. Her çiqas wate vekirî nebe jî, Peyvdarê Sekreteriya Konseya Ewropayê Daniel Holtgen û Raportera Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî dan xuyakirin, bendên peymana Mafên Mirovan a Ewropayê vekirî ne û divê Demîrtaş demildest bê berdan ku, girtina wî siyasî ye.

Dadwerê berê yê DMMEyê Riza Turmen dibêje, îmzeya Tirkiyê di Peymana Mafên Mirovan de heye, neçare biryarê bicîh bike, lê eger ku neke, dê encamên hiqûqî û siyasî yên giran hebin.

 

 

C.B