Hizbulah: Me 55 mûşek avêtin Îsraîlê

Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrulah radgihîne, wan baregehên Îsraîlê yên li Colanê bi 55 mûşek armanc girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrulah radgihîne, wan baregehên Îsraîlê yên li Colanê bi 55 mûşek armanc girtin.

Hesen Nesrulah di gotareke televizyonî de ragihand, wan di êrîşa vê dawiyê ya li ser baregehên Îsraîlê li Colanê wan 55 mûşek bikar anîne.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû, Derengê şeva Çarşemê 9ê vê mehê, milîsên Îranî li Sûriyê bi 20 mûşekên Grad û Fecir, êrîşî bingehên serbazî yên Israîlî li bilindahiyên Colanê kiribûn.

Wek bersivekê ji wê êrîşê re jî, di encamê de, roja 10ê vê mehê, firokeyên cengî yên Israîlî bi tundî bingehên leşkerî yên Îranê yên li nav axa Sûriyê bombebaran kirin û ziyaneke mezin li wan kirin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî jî, di encama wê êrîşê de herî kêm 27 kes hatibûn kuştin, ji nava wan 11 çekdarên Îranî û 6 çekdarên hêzên Hikûmeta Sûriyê hebûn û yên din jî biyanî bûn.

 

S. B