Baydemir: Biryara referendûmê pîroz be!

Parlementerê Rihayê û berdevkê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Osman Baydemir li bajarê Qoserê beşdarî di xwarina fitarê ya HDP de kir û li ser rojevê daxûyanî dan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Parlementerê Rihayê û berdevkê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Osman Baydemir li bajarê Qoserê beşdarî di xwarina fitarê ya HDP de kir û li ser rojevê daxûyanî dan.

Girêdayî biryara referendûma serxwebûna Kurdistanê Osman Baydemir ragihand: “Niha li başûrê Kurdistanê amadeyiyên referendûmê tên kirin. Ji her çar aliyên cîhanê daxûyaniyên rêzdayinê ji bo iradeya gelê Kurd tên nîşandan. Lê daxûyaniyên Enqere jehrî ne. Ez gelek vekirî dibêjim: mafên gelên Tirkan, Farisan, Ereban çi bin, mafê neteweyê qedîm û xwediyê vê coxrafyayê gelê Kurd jî heman maf in, ne kêm, ne zêde. Ger brayên me li başûrê Kurdistanê bi parlementoya xwe, bi partiyê xwe yên siyasî, bi iradeya xwe ya siyasî çi biryarê bigrin, ya ku li me dikeve rêznîşandan a vê biryarê ye. Piştgiriya vê biryara wan e.  Carek din bixêr be, carek din pîroz be.”