Şam: Reqa hîna dagîrkirî ye

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, hîna bajarê Reqayê dagîrkirî ye. Ta artêşa Sûriyê nekeve Reqayê, ew wî bajarî rizgarkirî nabînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, hîna bajarê Reqayê dagîrkirî ye. Ta artêşa Sûriyê nekeve Reqayê, ew wî bajarî rizgarkirî nabînin.

Ajansa “SANA” ya fermî ya Sûriyê belav kir, Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de bajarê Reqayê bi dagîrkirî binav kiriye.

Li gor daxuyaniyê, hikûmeta Sûriyê ragihandiye, ta artêşa Erebî ya Sûriyê nekeve nava Reqayê, ew bajarî her dagîrkirî dimîne.

Di daxuyaniyê de hatiye jî, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka ji bo veşartina tawanên xwe, behsa rizgarkirina Reqayê dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 20ê vê mehê di konferaseke rojnamevanî li nava Reqayê, rizagarkirina wî bajarî bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi fermî ragihandibû.