Goran û Komel helweta xwe li ser referandûmê ragihandin

Piştî bidawîbûna civîna di navbera Tevgera Goranê û Komela Îslamî ya Kurdistanê, daxuyaneke hevbeş belav belavkirin û tê de daxwaz dikin, “Hilbijartina giştî di dema xwe bê kirin û referandûm bo piştî hilbijartinan were paşxistin, yan hilbijartin û referandûm bi hev re di demekê de were kirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di yekem xala daxuyaniyê de hatiye, “Mafê serxwebûna gelê Kurdistanê, mafekî sirûştî û rewa ya xelkê Kurdistanê ye.”

Di xaleke din ya daxuyaniyê de hatiye, “Pêwîst e dam û dezgehên Herêma Kurdistanê û di serî de parlementoya Kurdistanê bê merc were asayîkirin û karê xwe bê çi mercekê were kirin.”

Tevgera Goranê û Komela Îslamî di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kirin jî, “Referandûm pêngavek be, ji bo ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi navçeyên ku hatine birîn be, lê têbînên me yên cidî li ser rê, mîkanîzm û amadekariyên ku niha tên kirin, hene.”