Tirkiyê banghêşta Balyozê Almanyayê kir

Wezareta Derve ya Tirkiyê, careke din banghêşta Balyozê Almanya yê li Enqerê kir û heşyarî dayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê, careke din banghêşta Balyozê Almanya yê li Enqerê kir û heşyarî dayê.

Balyozê Almanya yê li Enqerê Martîn Erdmann, ji ber aheng û xwepêşandanên alîgirên PKKê li bajarê Kolnê û bilindkirina wêneyên Ebdulah Ocalan, beriya du rojan hatibû vexwendin.

Li gor nûçeya rojnameya Der Spiegelê, sedema duyemîn ya vexwendinê, qebûlkirina yasaya "Qirkirina Ermeniyan" e.

Hat destnîşankirin, ji sala 2016'ê ve dibe 17 car ku balyoz Erdmann tê vexwendin û ev yek jî asta xerabiya pêwendiya her du aliyan nîşan dide.