Kurd xwe dike berbijêrê Serokomartiya Tirkiyê

Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê xwe dike berbijêrê Serokomartiya Tirkiyê. Rojnamevanê navdar ê Tirkiyê Levent Gûltekîn ku xelkê bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê ye berbijêrbûna xwe ya ji bo Serokomartiya Tirkiyeyê eşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê xwe dike berbijêrê Serokomartiya Tirkiyê.

Rojnamevanê navdar ê Tirkiyê Levent Gûltekîn ku xelkê bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê ye berbijêrbûna xwe ya ji bo Serokomartiya Tirkiyeyê aşkere kir.

Levent Gûltekîn bi riya sosyal medyayê jî axaftinên xwe belav dike û dibêje, ji bo jiyaneke azad û biratiyê ku bikaribin wekî mirovan bijîn ew berbijêrê Serokomartiyê ye.

Levent Gûltekîn bi nêrînên xwe yên dijî hikûmeta Tirkiyeyê û Serokomar Recep Tayîp Erdogan tê naskirin û kesekî oldar û demokrat e.

Hilbijartina pêşwext li Tirkiye di 24ê Hezîran a 2018an de lidar dikeve. Li gor piraniya şîrovekarên siyasî û rojnamevanan, hilbijartina pêşwext taktîkeke siyasî ya Erdoganî ye. Erdogan bêyî ku siyaseta derve ya Tirkiyeyê aloztir û aboriya wê lawaztir bibe, dixwaze biçe hilbijartinan û ji neamadebûna opozîsyonê sûd werbigre.

 

S. B