Li Şirnexê 18 kes hatin girtin

Li bajarê Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di encama operasyoneke li dijî PKKê de 18 kes hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di encama operasyoneke li dijî PKKê de 18 kes hatin girtin.

Di derbarê mijarê de Parêzgeriya Şirnexê daxuyaniyeke belav kir û da zanîn ku hêzên ewlekariyê li gund û taxên Şirnexê li dijî PKKê operasyoneke berfireh kirine û avêtine bi ser 22 malan.

Parêzgeriya Şirnexê aşkere kir, di encamê de 18 kes hatine girtin û lêpirsîna destserkiriyan li Asayîşa Şirnexê berdewam dike.

 

S. B