Zimanê Kurdan, hebûna Kurdan e

Nivîsîngeha çapemenî ya Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PARê) bi egera roja navneteweyî ya zimanê dayikê daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsîngeha çapemenî ya Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PARê) bi egera roja navneteweyî ya zimanê dayikê daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ku kopyeyek jê gihişte K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:
Ji sala 1999’an ve, her sal roja 21’ê Sibatê wek “Roja Navnetewî a Zimanê Dayîkê “ tê pîroz kirin. Vê rojê UNESCO bi yada tevgera xwendevanên Bengalî a di rêya azadîya ziman de, wek rojek giring beyan kir. Xwendevanên Bengalî, li Bengladeş`ê, ji bo azadîya zimanê xwe xwepêşandan û çalakîyan li dar xistibûn û sedemê vê yekê bi polêzan re pevçûn qewimî bû û her wiha di wan çalakîyan de xwendevanên xwepêşander hatibû n kuştin,jîyana xwe ji dest dabûn.
Zimanê Kurdî zimanek kevin û qedîme.Ji damezrandina Komara Turkîyê û hetanî îro, hê jî mecala azadîyê bidest nexistîye. Komara Turk bi yasaya bi navê “Tevhîda Tedrîsatê” (Yekkirina Perwerdeyê) zimanê Kurdî ji qada hînkarî û perwerdeyê rakir. Li Turkîyê, Kurdî heta çend sal berê jî, qedexe bû. Di van çend salan de, axaftin û nivsandin hatibe serbest kirin jî, lê mixabin ku Kurdî di perwerde û hînkarîyê de wek zimanek fermî û wekhev nayê bikar anîn. Li himber zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî, hetanî îro, gelek xebat û çalakîyên sîyasî hatîne dayîn. Her çend ziman qedexekirî jî be, lê dîsan jî bi dehan kîtêbên dîrokî û edebî hatine weşandin. Ev yek jî dide nîşan ku zimanê Kurdî zimanek erdgirtî û dewlemend e. Xweşhal in ku zimanê me heta niha karîye hebûna xwe biparêze.
Dewleta Turk, herçend terefdarê bi dehan peymanên navnetwîyê ku azadî û bikaranîna zimanê dayîk wek heq û berjewendîyek xwezayî û insanî qebûl dike, lê makezagona Turkîyê mixabin hê jî, yasayên ku bergirî li zimanê Kurdî digrin diparêze. Di serdema nû a şaristanîyê de ev yek şermek mezin e. Kurdî heqe ku bibe zimanê fermî û di hemû qad û warên jîyanê de wek were bikar anîn. Divê zimanê Kurdî di hemu qonaxên perwerde û hînkarîyê de bibe zimanê fermi û yasayî.
Partîya Maf û Azadîyan / HAKPAR,divê ku yasayên qedexakar yên ku pêşî li zimanê Kurdî girtine,derhal werin rakirin.
HAKPAR bang li hemû Kurdan dike ku zimanê xwe jibîr nekin û di jîyana xwe a civakî de bikar bînin.
HAKPAR bang li dayîkên Kurd dike ku zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin.
HAKPAR bang li hemu welathizên Kurd dike ku di rêya azadîya zimanê Kurdî de di tevgerek hevpar de bixebitin ta ku zimanê Kurdî li Turkîyê bibe zimanê fermi.
Kurdno zimanê me hebûna me ye.Zimanê xwe geştir bikin û ji darê zilmê rizgar bikin. Ziman nîşaneke ji kesayeta Kurdan a neteweyî.

Zimanê Kurdî qedr û qîmet û şanazîya gelê Kurd e. Divê Kurd di rêya azadkirina zimanê xwe de yekbin.
NİVISİNGEHA ÇAPEMENÎ YA HAKPARÊ

 

C.B