Kosret Resûl û Elî Bapîr êrîşa Heşda Şeibî li ser Kurdistan şermezar kirin

Herdu aliyan bi tundî kiryarên Heşdê şermezar kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro êvarî cîgirê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl Elî li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li emîrê Komela Islamî ya Kurdistanê mamoste Elî Bapîr û şanda encûmena siyasî ya Komelê kir.

Di civîneke dostane de, behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê hat kirin bi taybet piştî êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li dijî Herêma Kurdistan û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê.

Piştî gotûbêjên dûr û dirêj, herdu aliyan bi tundî kiryarên Heşdê şermezar kirin ku bûn sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarekê ji Pêşmergên qaremanên Kurdistanê û bûn sedema mişextbûna bêtirî sed 150 hezar kes ji rûniştvanên Kerkûkê û Xurmatû û navçeyên din yên Kurdistanî û bûn sedema sûtandin û talankirina mal û samanên welatiyan û binpêkirinên mezin yên nemirovî yên wan çekdaran ku tevliheviyeke mezin çêkirin.

Herweha pesnê rola camêrane ya ew hêzên Pêşmergên Kurdistanê hat dayin ku bi rola xwe di parastina axa pîroz ya Kurdistanê rabû û silav ji bo canê pak yê şehîdên qareman şandin û hêvî xwestin ku di zûtirîn dem de birînên pêşmergên birîndar baş bibin.

Di beşekî din yê civînê de, derbarê biryara dadgehê ji bo desteserkirina Kosret Resûl Elî, mamosta Elî Bapîr ragihand ku ew biryar serfirazî ye ji bo zilamekî xebatkar wek Kosret Resûl Elî.

Beşekî din yê civînê taybet bû bi erkên hêz û aliyên siyasî yên Kurdistan û çawaniya xwerêxistinê û pêkanîna yekrêziya navxwe.