KESK, bo rakirina rewşa awarte dest bi rêze çalakiyan dike

Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Gelemperiyê KESK’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang kir ku rewşa awarte were rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Gelemperiyê KESK’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang kir ku rewşa awarte were rakirin. Di daxuyaniyê de hate amaje kirin ku ji bo rakirina rewşa awarte dê rêze çalakî werin lidarxistin.

Li Diyarbekirê bo bi dawî lê anîna Rewşa Awarte civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn ji aliyê Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Gelemperiyê KESK’ê ve hate birêvebirin. Di civînê de Berdevkê Demkî yê KESK’ê Saîd Baran bang kir ku ji bo dawî li pêkutiyên nedemokratîk were anîn pêwîste kul i Tirkiyeyê rewşa awarte were rakirin an jî ji 20’ê Rêbendana 2018’ê pê ve ku dema awarte awarte bi dawî dibe, êdî rewşa awarte newe dirêjkirin. Baran da zanîn ku dê li 81 bajaran ew ê wek KESK’ê rêze çalakiyan li dar bixin.