Kemalbay: Kujerên sivîlan dê li dadgehên navnetewî werin cezakirin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay ragihand, Arteşa Tirkiyê li Efrînê sivîlan dikuje û dê di dadgehên navnetewî de were cezakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay ragihand, Arteşa Tirkiyê li Efrînê sivîlan dikuje û dê di dadgehên navnetewî de were cezakirin.

Kemalbay îro di çarçoveya kongireya HDPê de axivî û bi awayekî berfireh behsa operasyona Efrînê kir û got, Rewşa Awarte ya li Tirkiyê têra Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoganî nekir, vê carê jî êrîşê Efrînê kir. Erdogan û hikûmeta wî ji şer sûd werdigre û kesên bombe li ser sivîlan barandine dê li dadgehên navnetewî werin darizandin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqerê kongreya xwe ya sêyemîn di bin siya zext û operasyanan de girê dide. 11 Parlementer û 5 hezar endamên wê girtî ne. Di kongireya HDPê de Pervîn Buldan û Sezaî Temellî namzetên hevseroktiyê ne.