Li Bexdayê jî Ebadî amadeyî behya Mam Celal nebû
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li Bexdayê jî wekî li Herêma Kurdistan amadeyî behya serokê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî nebû.
Êvara îro behya Mam Celal li mêvanxaneya Reşîd li Bexdayê bidawî hat, ku ji aliyê serokê Iraqê Fûad Meisûm ve hatibû rêxistin.
Di roja diwem yaw ê merasîmê de, her yek ji serokê Iraqê Fûad Meisûm û hejmarek ji wezîr û berpris û balyozên welatên cîhanê û endamên Perlemana Iraqê û kesatî û berpirsên aliyên siyasî yên Iraqê û kesatiyên olî amade bûn, lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî amadeyî merasîmê nebû.