Rûsya Israîl bi xistina firokeya xwe sûcbar dike

Wezareta Berevanya Rûsî rapora xwe ya dawî derbarê xistina firokeya wan a ji corê Il-20 li nêzîkî beravên Sûryê eşkere kir û li gorî wê raporê, Israîl bi xistina wê firokeyê hatiye tometbarkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Wezareta Berevanya Rûsî rapora xwe ya dawî derbarê xistina firokeya wan a ji corê Il-20 li nêzîkî beravên Sûryê eşkere kir û li gorî wê raporê, Israîl bi xistina wê firokeyê hatiye tometbarkirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevanyê Israîl, ew tomet red kir û tekez kir, ku ewê piroseyên xwe yên serbazî li Sûryê, berdewam bikin

Herwiha li gor rapora Rûsî, berî nêzîkî heftyekê, du firokeyên F16 yên Israîlî, Rûsya haydar kirin, ku ewê piroseyeke serbazî li başûrî Sûryê li dijî Îranê pêk bînin, lê piştî yek xulekê, wan firokeyan li bakurê Laziqiyê piroseya serbazî pêk anîn û firokeya Rûsî Il-20 ji xwe re kirin mîna mertal û ji ber wê yekê ji aliyê mûşekên dije firoke yên Sûryê ve, ji corê S-200, firokeya Rûsî bi şaşî hat xistin.

N.O