Lîstikên Kurdî di Yekemîn Mîhrîcana Şanoya Mencelê de tên nîşandan

Li Wanê Navenda Çand û Hunerî Mencel di Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê de, 6 leystikên Kurdî pêşkêş dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê Navenda Çand û Hunerî Mencel di Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê de, 6 leystikên Kurdî pêşkêş dike. Leystikvan û Rêvebirên Mencelê radigihînin ku ew di rewşeke ku civak tengav buye, bi huner û xebatên çandî dixwazin berxwedêrî û hêviyan geş bihêlin.

Leystikên Şanoyê yên Kurdî bi 1. Mîhrîcana Şanoyê ya Mencelê li Wanê li ser dikêne. Di Mîhrîcanê de, 6 leystikên Kurdî, 3 leystikên Turkî û di roja dawî de jî dê ensturmantalekî bê pêşkêş kirin û nîşandan. Di festivalê de, leystikên ku ji aliyê şanogerên ji Diyarbekir, Îzmîr, Stembol û Rojhilatê Kurdistanê ve hatine amadekirin derdikevin ser dike.

Rêvebira Navenda Hunerî Mencelê û leystikvana Şanoyê Perînaz Delazy balê kişand ku civak di bin zextên giran de ye û gelek qeyranên civakî berdewamin. Ew jî bi şano û hunerê dixwazin helwesteke berxwedêr peyda bikin û ev jî peywira hunerê ye.

Rêvebira Mencelê Şanoger Perînaz Delazy ji K24ê re got: "Bi rastî demeke dirêje me dixwest mîhrîcanekî lidarbixin û me xwest serdema nû bi mîhrîcana xwe vekin. Dema ku me dest bi amadekariyan kir, gelek kes gumanên xwe anîn ziman û digotin 'ka salona we biçûke û hûnê çewa karibin mîhrîcanek lidarbixin. Belê dive ku salona me biçûk be, lê xeyalên me mezin in û li hîç salonekî bicîh jî nabin."

Navenda Şano û Hunerî Mencel teqrîben 10 meh berê li Wanê ji aliyê dildar û şanogerên ku ji kar hatibûn derxistin ve hatibû damezrandin.

Di mîhrîcanê de, leystika bi navê "Kozik" ku ji aliyê navenda Mencelê ve û şanogerên jinve hatiye amade kirin jî tê pêşkêşkirin. Fatma Kaya jî leystikvaneke wê leystikê ye û balê dikşîne ku ew jî bi karên hunerî helwesta xwe diyar dikin.

Şanoger Fatma Kaya dibêje: "Li gor me, em bi leystikên xwe berxwe didin. Leystika me hem nivîskar, hem jî leystikvanên wê hemû jinin û bi keda wan hatiye ser dikê û ev jî bo me kêfxweşi ye. Me ji hemû hereman leystikên Kurdî anîye û lihevkombûneke xweş çêbuye."

Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Mencelê, di 13'ê Çiriya Pêşînde destpê kir û dê heta 21'ê mehê bidome.