Hilbijartin bidawî bû, proseya hejmartinê destpêkir
K24 – Navenda Nûçeyan
Hilbijartina Serokomarî û Parlementoya Tirkiye, ku vê sibehê demjimêr 08:00an destpêkirî, demjimêr 17:00an qediya û proseya hejmartina dengan destpêkir.
Ji bo hilbijartina 13mîn Serokomar û hilbijartina xula 27an ya Perlemanê, welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çûn ser sindoqan.
Ligor daxûyaniyên berê yên Encûmena Bilind a Hilbijartinan a Tirkiye (YSK) piştî demjimêr 21:00an dê encamên destpêkî ji raya giştî re werin ragihandin.
Pêyamnêrên Kurdistan24 li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diyarkirin ku, rêjeyek bilind a beşdariyê di hilbijartinê de pêkhat, lê heta niha rêjeya beşdariyê ya fermî nehatiye ragihandin.
Li seranserî Tirkiyê, bêtirî 56 milyon kes mafê wan yê dengdanê hebû û ji bo wergirtina postê Serokomar 6 berbijar hevrikî kirin, herweha li ser 600 kursiyên Perlemanê jî, du hevpeymanî û sê partiyên siyasî di nava hevrikiyê de bûn.
C.B