Bi vîdyo.. Li Efrînê teqînekê rû da û kuştî û birîndar hene

Li nava bazara Efrînê teqînekê rû da û di encamê de gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li nava bazara Efrînê teqînekê rû da û di encamê de gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re got: “Îro demjimêr 11: 00  bi dema Rojavayê Kurdistanê li nava bazara sereke ya Efrînê teqînekê rû da û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Wî jêderî amaje bi wê yekê, teqîn di destpêka bazara Halê de ji aliyê çarêya Kawa bi riya otombîleke bombekirî rû da.

Li gor zanyariyên K24ê, di encama teqînê de 8 kesan canê jidest dane û zêdetir ji 20 kesên din jî birîndar bûne.

Birînên hejmarek welatiyan giran in û ji bo ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhastin.

Jêderekî din da zanîn, otombîleke din ya bombekirî li kolana Vêlat hat dîtin û dema tîma endezyarî hewla pûçkirina wê otombîlê didan, otombîl teqiya, lê ti ziyanên canî nebûn.