Parlemantoya Iraqê mûçeya Pêşmerge û fermanberên herêmê pesend kir

Di rûniştina duhî ya Parlemantiya Iraqê de ku taybet bû bi pesendkirina projeyasaya budceya giştî ya sala 2019an tê de 17 made ji wê projeyasayê hat pesendkirin, di nava wê de jî mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bi piraniya dengdan hatin pesendkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Madeya 10 a projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ku li ser şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û mûçeyên Pêşmerge ye, li Bexdayê hat pesendkirin.

Li gor wê maddeyê, Heger Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend nebe bi radestkirina rojane 250 hezar bermîl petrol ji kompaniya niştimanî ya petrolê ya Iraqê re jî, hikûmeta Iraqê mûçeyên Pêşmerge û fermanberan 522 milyar Dînar dişîne.

S. B