Li Herêma Kurdistan û Iraqê dengdanê ji bo hilbijartinên Tirkiyê destpê kir

Li Herêma Kurdistanê dengder karin li kunsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê ji demjimêr nehê sibê heya nehê şevê dengê xwe bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê dijîn, îro ji bo beşdariyê di hilbijartinên Perleman û Serokatiya Tirkiyê de, diçin ser sindoqan û deng didin.

Hilbijartinên Tirkiyê ku biryar e di 24ê vê mehê de bên kirin, di heftê vê mehê de ji derveyî Tirkiyê destpê kir û her roj li çend welatan piroseya dengdanê destpê dike.

Li Herêma Kurdistanê dengder karin li kunsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê ji demjimêr nehê sibê heya nehê şevê dengê xwe bidin.

Di hilbijartinên heftê Hizêrana 2015an de, li Herêma Kurdistanê û Iraqê mafê dengdanê ji sed û pêncî hezar kesî re hebû.

N.O