Almanya bo Tirkiye: Bijardeya leşkerî ne çareserî ye

Hikûmeta Almanyayê bang li Tirkiyê dike ku xwe ji operasyoneke li dijî rojhilatê Firatê dûr bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanyayê bang li Tirkiyê dike ku xwe ji operasyoneke li dijî rojhilatê Firatê dûr bigire.

Pêgaha “Deutsche Welle” a Almanî belav kir, Berdevkê hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert dibêje, pirsa Sûriyê bi rê û rêbazên leşkerî çareser nabe û ev yek ji bo hemû axa Sûriyê derbas dibe.

Wezareta Derve ya Almanyayê jî bi heman awayî radigihîne, destêwerdaneke leşkerî dê rewşa xelkê zehmetir bike û divê Tirkiye bi berpirsiyarî tevbigere.

Serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkî dabû, Tirkiye jî amadekariyên êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê dike û pêr disa Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefa destpêkirina operasyonê leşkerî xwaribû.

Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanya piştî hevdîtina Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton bi Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê  Îbrahîm Kalin re tê, ku Bolton ji Tirkiyê xwastibû êrîşê hevpeymanên wan yên Kurd neke.

 

S. B