Yildirim: Operasyona Efrînê ji bo aştiyê ye

Yildirim got: “Parlementoya Ewrûpa çi dibêje? Eqlê xwe wenda kirin e. Çima ji têkoşîna Tirkiyê ya lidij terorê dilgiran in?

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê di axaftina lipêş Kongreya 6emîn a herêma Kuçukçekmece li Stenbolê diyarkir ku, “Operasyona Efrînê  ji bo aştiyê li Suriyê, herêmê û cîhanê pêk hat”.

Yildirim anî ziman; “Ên ku Operasyona me rexne dikin, têgihiştinek zanyar ligel wan nîn e, di bin bandora propagandaya reş a rêxistina terorê de tevdigerin”.

Serokwezîrê Tirkiyê bi gotinên tund biryara Parlementoya Ewrûpa ya lidij Operasyona Efrînê ya Tirkiyê, rexne kir. Yildirim got: “Parlementoya Ewrûpa çi dibêje? Eqlê xwe wenda kirin e. Çima ji têkoşîna Tirkiyê ya lidij terorê dilgiran in? Ev 7 sal in li Suriye insan tên kuştin, bi milyonan kes koçber bûn, dirindeyî pêkhat. Rojekê dengê wan derneket. Îro çima diaxifin?..

 

C.B