Nêzîkî 200 gundên Amêdiyê ji ber şerê PKK û Tirkiyê hatine valakirin

Encûmena Parêzgeha Dihokê: Ji koma bêtirî 300 gundan li devera Amêdiyê, 198 gund ji ber şerê PKKê û Tirkiyê hatine valakirin û gellek ziyanên canî û madî li welatiyên wan gundan bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi sedema şerê PKKê û Artêşa Tirkiyê, 198 gund li devera Amêdiyê hatine valakirin.

Li ser vê pirsê endamê Encûmena Parêzgeha Dihokê Rizgar Sidqî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ji koma bêtirî 300 gundan li devera Amêdiyê, 198 gund ji ber şerê PKKê û Tirkiyê hatine valakirin û gellek ziyanên canî û madî li welatiyên wan gundan bûne.

Duh ji encama bordûmana gundekî devera Amêdiyê, sê welatiyan canê xwe jidest dan, ev jî ne yekem car e ku welatiyên wan navçeyên sînorî dibin qurbaniyên bordûmana Artêşa Tirkiyê, ji ber ku heya niha 12 welatî li wê navçeyê bûne qurbanî.

Ji aliyê xwe ve kunsulê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Artêşa Tirkiyê naxwaze êrîşî xelkê sivîl bike û hemû bizavan dike, daku ziyan li wan nebin, lê çekdarên PKKê gundiyan weke mertalên mirovî bikar tînin.

Hevdem peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Kurdistan24ê re da xuyakirin, ku PKK bihaneyan ji Tirkiyê re peyda dike, ku axa Herêma Kurdistanê bordûman bike.

Sefîn Dizeyî ragihand, ku helwestên PKKê bi awayekî berdewam metirsiyê li ser jiyana welatiyan çê dikin.

Herwiha Dizeyî tekez kir, ku wan çendîn caran daxwaz ji PKKê kiriye ku ji wan navçeyan derkeve, lê PKK guh nade rewşa Herêma Kurdistanê.

N.O