Kurdistan Hevşaredarê Xelfetiya Rihayê hate binçavkirin

Hevşaredarê Xelfetiya Rihayê hate binçavkirin
Girtin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê Hevşaredarê DBPê yê navçeya Xelfetiyê Mustafa Bayram polêsan ve hat binçavkirin.
li gor peyamnêrê K24ê li bakurê Kurdistanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî de polês Tirkiyê bi ser avahiya şaredarî ya navçeya Xelfetiyê ve girtin.

polêsan dest danî ser çend compîtur, dokumanan û belgeyan. Herwiha Hevşaredarê navçeyê Mustafa Bayram jî di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, biryara girtina 24 kesên din jî ji şeredariyê hatiye derkirin.