Pîsporê Rûsî: Operasyona Efrînê ne dijî Kurdan e

Dugin herweha anî ziman ku, Tirkiye divê ligel Rûsya û hukimeta Suriye bi hevûdu re çareyek ji Pirsa Kurd li herêmê de peyda bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Pîsporê zanyariyên siyasî Aleksander Dugin ji kenala NTV a Tirkî re diyarkir ku, “Operasyona Tirkiyê dijî Efrînê ne hemberî Kurdan, lê hemberî hêzên terorist ên ku maşeya Amerikayê ne”.

Dugin herweha anî ziman ku, Tirkiye divê ligel Rûsya û hukimeta Suriye bi hevûdu re çareyek ji Pirsa Kurd li herêmê de peyda bikin.

Aleksander Dugin got ku, Pirsa Kurd rast e dive bikeve rêya çareseriyê de, lê ne ligor berjewendiyên Amerika li herêmê.

 

C.B