Keç û kurekî din ên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Berpirsê nivîsgeha rizgarkirina revandiyên Êzdî Hisên Qaidî ragihand, ku tîmên nivîsgeha wan karîn li nav axa Sûrya, keç û kurekî Êzdî rizgar bikin, ku ev çar sal in di destê çekdarên DAIŞê de bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Berpirsê nivîsgeha rizgarkirina revandiyên Êzdî Hisên Qaidî, taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, ku tîmên nivîsgeha wan karîn li nav axa Sûrya, keç û kurekî Êzdî rizgar bikin, ku ev çar sal in di destê çekdarên DAIŞê de bûn.

Hisên Qaidî rexne li Hikûmeta Iraqê kir, ku heya niha li Mûsil û Bexdayê, ti alîkarî pêşkêşî wan nekiriye.

Herwiha got: Ji bilî neşandina alîkariyan, şandeke pilebilind ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatibû şandin, daku pêdeçûnê li ser Kurdên Êzdî yên revandî bike, lê ne zanyarî û ne karîn li cem wê şandê hebûn, tenê ji bo dengvedana ragihandinî ew şand hatibû pêkanîn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê diyar kir, ku navê wê keçê Nûra Bekir e û temenê wê 19 sal e û li gel 12 endamên malbata wê, li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şingalê ve, ketibûn destê çekdarên DAIŞê de û li bajarê Reqa yê Sûryê hat rizgarkirin.

N.O