HDP bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinên Serokomariyê dibe

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî da xuyakirin, ewê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî da xuyakirin, ewê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê bibin.

Temellî, li Parlamentoya Tirkiyê di civîna koma partiya xwe de axivî û da xuyakirin, HDP partiya hemû Tirkiyê ye, bernameya wan bihêz û namzedê xwe yê bihêz bo hemû Tirkiyê destnîşan bikin.

Temellî got, jiber nebaşiya aboriyê biryara hilbijartina bilezûbez û tirsê hatiye dayîn û da zanîn, êdî ew rê nadin wek 16'ê Nîsanê de dengên welatiyan bên dizîn.

Da xuyakirin, her çiqas heta niha bi planên têkbirinê êriş li Kurdan kirine jî, Newroza îsal jî nişan da ku Kurd bi hemû hêza xwe li ser piyan in û tiştê di 7'ê Hezîranê de nîvî hîştine wê temam bikin.

 

S. B