Li Efrînê teqîn: 12 kes bûne qurbanî

Li bajarê Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê 12 kes bûne qurbanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê 12 kes bûne qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê Tirindê (1 K.M li başûrê Efrînê) teqîne bi riya motorsîklekê rû da û di encamên herî kêm 3 kesan canê xwe jidest dane, di nava wan de çekdarek heye.

Rewangehê da zanîn, 9 kesên din jî birîndar bûne, rewşa hin birîndaran giran e û egera bilindbûna hejmara kuştiyan zêde bibe..