Barzanî ji Paytexta Ewropayê ve daxwaz ji gelê Kurdistanê dike: Xwe ji bo referandûmê amade bikin

Piştî bidawîhatina civîna di navbera şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Herêma Flandersa Belçîkayê Geert Bourgeois, ji medyayê re naveroka guftûgoyan aşkere kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî bidawîhatina civîna di navbera şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Herêma Flandersa Belçîkayê Geert Bourgeois, ji medyayê re naveroka guftûgoyan aşkere kirin.

Serok Barzanî amaje bi wê kir ku, “Civîn gelekî serkeftî bû. Ew dostê me ne û civîn dostane bû. Ew dostê miletê me ne û dikarin hevkariya me bikin û her çaverêyî wê jî dikin ku di wê proseyê de hevkariya me bikin, bo çavdêrîkirina wê proseyê jî gelek alî amade ne çavdêran bişînin.”

Derbarê bilindkirina ala Kurdistanê bi tenê bêyî ala Iraqê de Serok Barzanî spasiya helwesta Belçîka kir û got. “Helwesteke gelekî dostane ye.”

Derbarê hevkariya Belçîka de, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Ew berdewam dibin di hevkarîkirinê de. Şerê DAIŞê bidawî nebûye. Berê Wezîrê Belçîka amadehiya xwe bo berdewamiya hevkarîkirina derbiriye ku berdewam dibin.”

Li Brûkselê paytexta Belçîka careke din Serokê herêma Kurdistanê peyamek arasteyî gelê Kurdistanê kir û daxwaz jê kir ku, “Xwe amade bikin bo roja 25 Îlona 2017an û beşdarî wê proseyê bibin û bi wîjdan dengê xwe bidin.”

Piştre Serokwezîrê Flandersê Geert Bourgeois derbarê serxwebûna Kurdistanê de û helwesta wan de got: “Ez piştevaniyê li hemû gel û netew dikim biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û Serok Barzanî ragihandiye di 25 Îlonê de referandûmê dikin. Di sala 2005an de û di referandûmeke ne fermî de ji sedî 98 dengê belê dan. Ez piştevaniyê li hemû proseyeke demokrasî dikim û vê carê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pê radibe. Divê jî em rêzê li nêrîna her gelekî û her netewekê bigirin û pêwîst e her kesek piştgîriyê lê bike.”

Serokwezîrê Flandersê got jî: “Kurdistan pêgeheke aram û pêkvejiyana hemû pêkhateyan e û Herêmeke dewlemend û aram e û ez piştgîrî li wê referandûmê dikim û çaverêyî hikûmeta Belçîka dikim ku çavdêran bow ê proseyê biçîne.”

Di vê serdanê de şandek ji nûnerên aliyên siyasî û pêkhateyên olî ligel Barzanî ye, biryar e çendîn hevdîtin û civînên din ligel berpirsên herêmên Belçîka û komîtên Parlementoya Ewropayê bikin.

Armanca sereke a serdana wê şandê, guftûgo derbarê pirsa referandûm û serxwebûna Kurdistanê ye, ku biryar e di 25 Îlona îsal bi rê ve biçe.