Osman Ocelan: PKK dixwaze xwe û gelê Kurd bixapîne

Osman Ocelan: Berjewendiyên gelê Kurd û yên PKKê ji hev cuda ne û gellek caran berjewendiyên PKKê weke partî, li dijî berjewendiyên gelê Kurd in. PKKê dixwaze xwe û gelê Kurd bixapîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di dema beşdariya xwe de, di bernameya (Basî Roj) a Kurdistan24ê de, siyasetvanê Kurd û birayê Rêberê PKK (Osman Ocelan) ragihand, ku biryara destnîşankirina xelateke diravî ji bo diyarkirina cihê 3 serkirdeyên PKKê, di berjewendiya Amerîka de ye.

Osman Ocelan diyar kir, ku Amerîka dixwaze Rojhilata Navîn ji nûve dîzayin bike, lewra ew naxwaze yekser dijatiya welatekî weke Tirkiyê bike, ku heya demeke nêzîk hevpeymana Amerîka bû, lê niha Amerîka siyaseteke hevaltî û dijatî bi Tirkiyê re dimeşîne û ji bo ev siyaseta Amerîka bimeşe, ew biryara li dijî PKK derketiye, xizmeta Amerîka dike.

Birayê Rêberê PKKê zelal kir, ku Amerîka dixwaze PYD û PJAK ji PKKê cuda û serxbixwe bin, lê hersê serkirdeyên PKKê yên ku Amerîka xelatek ji bo girtina wan destnîşan kiriye, li dijî cudabûna PYDê û PJAKê ne û got: dema Ocelan hat girtin, min PYD û PJAK damezirand, daku bibin destê PKKê û şoreş bi wan berdewam bibe, lê Cemîl Bayik li dijî damezirandina PJAKê bû û Murad Qereyilan jî li dijî damezirandina PYDê bû, Duran Kalkan jî piştevaniya wan dikir, lê niha heger ev hersê kes ji PKKê bên dûrxistin, wê PKKê bihêz bibe.

 

Osman Ocelan tekez kir, ku siyaseta PKKê li ser tê meşandin, hiştiye ku berjewendiyên gelê Kurd û yên PKKê ji hev cuda bin û gellek caran berjewendiyên PKKê weke partî, li dijî berjewendiyên gelê Kurd in û got: PKK dixwaze xwe û gelê Kurd bixapîne.

Derbarê pêwendiyên PKKê bi Îranê û rêjîma Sûryê re, navhatî got: Piştî şerê xendeqan li Bakurê Kurdistanê, PKKê rastî şikestineke mezin hat û gellekî lawaz bû, ji ber ku xelk jî û heya bi gerîla jî li dijî tektîka xendeqan bûn û diyar dikirin ku tektîka xendeqan yan ji aliyê kesekî dîn ve hatiye hilbijartin û yan jî hinek aliyan ew tektîk xwestine, di encamê de kesî piştevaniya wê tektîkê nekir, wê demê PKKê li hêviya Amerîka bû ku di wê şikestinê de alîkariya wê bike, lê Amerîka jî alîkarî nekir, lewra PKKê bêtir berê xwe da dostên xwe yên kevin û berî her kesî rêjîma Sûryê û ya Îranê dostê PKKê ne.

Herwiha Osman Ocelan eşkere kir, ku Tirkiyê mifayeke mezin ji hersê serkirdeyên PKKê yên navhatî dibîne û got: Heger ne ji wan serkirdeyên bê aqil ba, PKKê şerê xendeqan nedikir û heger ewana şoreşa Kurdî nexin riyeke şaş de, Tirkiye nikare biserkeve. Tirkiyê baş cihê wan serkirdeyan nas dike û çi dema bixwaze kare wan bigire.

Serkirdeyê berê yê PKKê Osman Ocelan tekez kir, ku hersê serkirdeyên PKKê yên Amerîka daxwaza girtina wan dike, ziyaneke mezin li PKKê û gelê Kurd kirine û hiştine ku PKKê berjewendiya xwe di ser ya gelê Kurd re hilbijêre û got: Gellek caran dema berjewendiya Kurdan tê ser maseyê, PKKê berjewendiya xwe ya hizbî hildibijêre û li dijî ya Kurdî kar dike. Wan hersê serkirdeyan ziyaneke mezin li gelê Kurd kirine û divê ne Amerîka û nejî Tirkiyê wan dadgeh bike, divê gelê Kurd hersê serkirdeyên PKKê dadgeh bike û ji wan bipirse: Çima we şerê xendeqan kir.?

N.O