Mesrûr Barzanî: Ecindeya hikûmeta dahatî bo me girîng e ne kesê ku bibe serokwezîr

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê pêkanîna hevpeymanî û hikûmeta nû ya Iraqê de dibêje, hewlên aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo dirustkirina hevpeymanî û rêkeftina li ser projeyeke yekgirtû berdewam e, ji bo pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê. Perensîpên hevbeş yên rasteqîne, lihevkirin, hevsengî û ecindeyên hikûmeta dahatî ji me re girîng in, ne ku kî posta serokwezîr werbigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova hevdîtinekê de ligel Balyozê Ameîrka yê li Iraqê Douglas Silliman û Konsolê Amerîka yê li Hewlêrê Ken Gross û şanda pê re ku îro 11.6.2018an bi rê ve çû, dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê û karvedana aliyên nerazî ji encamên hilbijartinan gotbêj kirin û ronî xistin ser hewlên dirustkirina fraksiyoneke mezin ji bo pêkanîna hikûmeta nû û yekrêziya aliyên Kurdistanî.

Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa gûmanên li ser encamên hilbijartinan hate kirin, tevî dupatkirina li ser mîkanîzmên yasayî ji bo nehîştina wan gûmanan, hevdem biryara hilweşandina dengên taybet li Herêma Kurdistanê bi standina mafê dengdanê û nedadwerane binav hate binavkirin.  

Di wê hevdîtinê de, Balyozê Amerîka yê li Iraqê tekezî li ser perepêdana bi pêwendiyên dualî kir û berdewamiya guftûgoyan di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi berjewendî zanîn.

Rewşa Giştî û hewlên pêkanîna Iraqekî aram û nûjen aliyekî din ê hevdîtinê bû.

S. B