Mesrûr Barzanî ji Kurdistan24ê re: Ebadî soza çarekirina kêşeyan daye

Mesrûr Barzanî: Wê destûr bingeha çarekirina kêşeyan be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, taybet ji Kurdistan24ê ragihand, ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soza çarekirina kêşeyan daye.

Mesrûr Barzanî ku beşdariyê di Konfiransa Asayişa Munchenê de dike, piştî civîna şanda Kurdistan li gel Heyder Ebadî got: Wê destûr bingeha çarekirina kêşeyan be.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir, ku Kurdistan bi du astên cuda beşdarî Konfiransa Asayişa Munchenê kir û çendîn civînên giring li gel berpirsên hewalgiriya welatan encamda ye.

Herwiha Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, ku vexwendina Herêma Kurdistan li ser herdu astên emnî û siyasî, nîşana wê yekê ye ku giringiyeke taybet ya Herêma Kurdistanê li cem welatên cîhanê heye.

 

Derbarê civîna wan li gel Ebadî û kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de, Mesrûr Barzanî got: Em li bendî ne ku destûra Iraqê bingeha çarekirina tevahiya kêşeyan be.

Zelal jî kir, ku demeke bêtir ji bo çarekirina kêşeyan pêwîst e û çaverê ne,  ew sozên îro Ebadî ji bo çarekirina kêşeyan daye bên bicîkirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir, ku di beşekî din yê civînê de, behsa vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê hat kirin û got: Di civînê de şanda Bexdayê behsa hin kêşeyên teknîkî kir, heger ew kêşe bên çarekirin wê firîngeh bên vekirin.