Li Şemzînanê 7 rojan qedexeya derketinê hat ragihandin
K24- Navenda Nûçeyan
Li navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê ve, qedexeya derketinê hat ragihandin.
Biryara qedexeyê gundê Şepete yê ser bi Şemzînan ve û çend navçeyên din jî li xwe digre.
Li gorî nûçeyeke malpera fermî ya parêzgarê Colemêrgê, “dê li wê deverê operasyonek bê encamdan û ji bo parastina can û male xelkên deverê, biryara qedexeya derketinê hat dayin.”
Her li gorî nûçeya malpera parêzgar, dê qedexe hemû rojê, ji demjimêr dehê şevê destpê bike û heya demjimêr pêncê sibehê berdewam bike û heft rojan dê dirêj bike.