Erdogan: Bi sedema NATOyê em bacên mezin didin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, Tirkiye girêdayî peymana NATOyê bû û ji bo wê jî baceke mezin dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, Tirkiye girêdayî peymana NATOyê bû û ji bo wê jî baceke mezin dide.

Serokomarê Tirkiyê îro beşdarî 10emîn Konferansa Balyozan bû û got: “Ji ber ku em girêdayî berjewendiyên bilind ên welatê xwe bûn, rûbirûyî zincîreyek êrîşên terorî û aborî bûne.”

Erdogan tevgera NATOyê ya li hember Tirkiyeyê rexne kir û got: "NATO li hember dewleteke mutefîqê xwe ya ku berdêlên cidî daye di her qadê de bi awayekî dijminane tevdigere. Ji bo vê tevgerê tu sedemeke wê ya maqul tune. Li vir armanca wê ne baş e, niyeta wan xirab e."

Erdogan behsa rewşa Tirkiyê û aboriyê kir û wiha axivî: "Tiştê ku îro tê dîtin, ji rewşa û qeyranên 1994, 2001 û 2007an yê rastî Tirkiyê hatine cuda ye.”

Serokê Tirkiyê webirhênanên welatê xwe dilniya kir û got: “Hêza Tirkiyê ya aboriyê saxlem û xurt e û ti kes nikare destkeftên me têk bide.”

Ji ber sizayên Amerîka li ser Tirkiyê  çend roj in nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolara Amerîkî bi awayekî mezin daket, îro jî nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolar bû 7.24.

 

Jêder: AA

 

S. B