Kurdistan Asayişa Efrînê 2 endamên PDK-Sê binçav dike

Asayişa Efrînê 2 endamên PDK-Sê binçav dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Efrînê du endamên PDK-Sê li gundên Efrînê binçav dike û berve cihekî nediyar dibe.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) li Efrînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, Asayişa Rojava şeva borî li gundê Dêrsiwanê bi ser mala endamê PDK-Sê Mistefa Selîm Hisên girt û ew revandin.

Herwiha li gor daxuyaniyê, ku hêzên asayişa li navçeya Reco endamê heman partiyê û endamê Komela Buhar ya xêrxwaziyê Fêsel Reşîd jî binçav kirin.

PDK-Sê amaje bi wê yekê kir jî, ku asayişa Efrînê li çatrêyên gundan xalên pişknînê datîne û bi hinceta erkê xweparastinê bi dehan xor û keç bi neçarî digirin û berve cihên nediyar dibin, ku ew jî dikeve ecindeyên dijminên Kurdan.  

PDK-Sê daxwaz ji hemû rêxistinên yasayî yên Kurdî û navdewletî û Herêma Kurdistanê kir, ku fişarê li desthila ku li Kurdistana Sûriyê heye bikin, ku wê desthilatê bi kiryarên xwe Efrîn kiriye leşkergehek, nexasim ku niha di werzê çinîna zeytûnan de bacên giran li welatiyên Efrînê disepîne.