HSD: Operasyona li rojhilatê çemê Ferêt berdewam e

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekeziyê li ser berdewamiya operasyona Bagera Cizîrê li rojhilata çemê Ferêt bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dike û rola Rûsyayê ji bo operasyonê bilind dinirxîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekeziyê li ser berdewamiya operasyona Bagera Cizîrê li rojhilata çemê Ferêt bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dike û rola Rûsyayê ji bo operasyonê bilind dinirxîne.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, tekeziyê li ser berdewamiya operasyona Bagera Cizîrê li rojhilatê çemê Ferêt bi hevrêziya ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dikin.

Herwiha HSDê rola Rûsyayê û artêşa wê ji bo armanckirina pêgehên DAIŞê li rojavayê çemê Ferêt jî bilind nirxand, ku bû sedema jinavçûna bilez a DAIŞê.

HSDê roja 9ê Îlona bûrî û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyona Bagera Cizîrê li rojhilatê çemê Ferêt kiribû. Peyvdarê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî roja 3ê Berçile diyar kiribû, ew amade ne bi Rûsyayê re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.

HSD piraniya navçeyên ku kontrol dikir tenê bi piştevaniya Amerîka bû, lê vê carê û bi eşkereyî û li ser zimanê Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd behsa rola Rûsyê di operasyona Bahoza Cizîrê de tê kirin, ku dibêje piştevanyeke temam di wê operasyonê de daye wan.