Baydemîr: Tu kes nikare hebûn û rastiya Kurdistanê ji dil û mejiyê me derxe

Baydemîr ji K24 re ragihand, ti hikmê curmê wî jê re hatiye dayîn tune, Kurdistan rastiyek e dikarin canê wî bistînin, lê nikarin rastiya Kurdistanê ji holê rakin û wê Kurdistan her hebe.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Osman Baydemîr Parlamenterê Kurd ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li parlamentoya Tirkiyê, ji ber bilêvkirina peyva Kurdistanê hat cezakirin û du roj ji parlamentoyê hat dûrxistin. Baydemîr ji K24 re ragihand, ti hikmê curmê wî jê re hatiye dayîn tune, Kurdistan rastiyek e dikarin canê wî bistînin, lê nikarin rastiya Kurdistanê ji holê rakin û wê Kurdistan her hebe. Baydemîr got sed sal berê ew kesên digotin dinya gilower e dihat darizandin, îro em dibêjin Kurdistan heye em tên darizandin.

"Ez Kurd im, lawê gelê Kurd im û ji Kurdistsanê me" Osman Baydemîr Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), li parlamentoya Tirkiyê, piştî bilêvkirina van gotinên xwe rastî bertekan hat. Cîgira Serokê Parlamentoyê ji Baydemîr pirsî; Kurdistan kuder e? Baydemîr jî dilê xwe nîşan da û amaje kir Kurdistan dilê wî ye.

Baydemîr der barê mijarê de ji Kurdistan24 re axivî û ragihand, ew li ser helwesta xwe her berdewam e heta ku Xweda rihê wî ji bedena wî dernexîne, bi rih û bi canê xwe dê xizmeta doza Kurd û Kurdistanê bike.

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr ji K24ê re wiha axivî: “Tiştê me anî ziman ev dawa û dozekî ye. Kurdistan rastiyek e. Kurdistan rastiya hemû Rojhilata Navîn e. 40 milyon Kurd li ku derê dijîn gelo? Li Kurdistan dijîn. Rast e Kurdistan çar perçe ye. Mixabin hinek jî di bin dagirkeriyê de ye. Lê her çar perçe jî aha di dilê vira de ye. Tu kes nikare hebûn û rastiya Kurdistanê ji dil û mejiyê me derxe.”

Baydemîr bal kişand ser dîroka Kurdistanê û amaje kir tu girîngiya cizaya ji bo wî hat dayîn tune ye.

Baydemîr dibêje: “Ev tiştê ku em tînin ziman ne tiştê îro ye. Ji Şêx Saîdê Kal, ji Seyîd Riza ji Nemir Mele Mistefa Barzanî, ji Qazî Mihemed heya îro hemû neferên xizmetkarên gelê Kurdistan vê dozê dişopînin. Ku ew min wek Kurdekî wek Kurdistanekî qebûl nakin, ev zanebûniya wan e. Bi qasî 5 quruş ji bo min ev curma ku daye hikmê wî nîn e. Ez li raya gelê xwe dinêrim, ez li hestên gelê xwe dinêrim. Gelê min ji min çi bixwaze ez ji bo vê amade me. Çi Başûr, çi Bakur, çi Rojava çi Rojhilat ez xizmetkarê gelê Kurd im.”

Parlamenterê Kurd, ji ber bilêvkirina peyva Kurdistanê, ji aliyê Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê ve hat cezakirin û du roj ji parlamentoyê hat dûrxistin.

Osman Baydemîr got jî: “Dikarin rihê me, dikarin canê me bistînin, lê nikarin rastiya Kurdistanê ji holê rakin. Binêrin sed sal berê, ew kesên ku digotin dinya ne duz e, dinya gilower e ew hatin darizandin, îro jî em dibêjin Kurdistan heye em tên darizandin. Wê Kurdistan her hebe.”

Li gorî destûrnameya parlamentoya Tirkiyê di parlamnetoyê de ji bo perçeyek xaka Tirkiyê bikaranîna peyva Kurdistanê hatiye qedexekirin.