Serok Barzanî: Hilweşandina dengê Pêşmerge nîşaneke metirsîdar e

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Silliman û şanda pê re kir û di hevdîtinê de ragihand, karkirina ji bo hilweşandina dengê Pêşmerge nîşaneke metirsîdar e û karkirina ji bo hilweşandina pêşeroj û çarenivîsa Kurdistanê ye, ji ber wê bi her awayekî li hember wê biryara zalimane radiwestin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Silliman û şanda pê re kir û di hevdîtinê de ragihand, karkirina ji bo hilweşandina dengê Pêşmerge nîşaneke metirsîdar e û karkirina ji bo hilweşandina pêşeroj û çarenivîsa Kurdistanê ye, ji ber wê bi her awayekî li hember wê biryara zalimane radiwestin.

Di hevdîtinê de, Balyozê Amerîka yê li Iraqê pîrozbahiya serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Serok Barzanî kir û tekezî li rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan kir. Dupat kir jî, welatê wî xwazyarê wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê bihêz be û rola wê ya bibandor di proseya siyasî ya Iraqê de hebe.

Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan behsa dawî pêşhatên siyasî û derketina hevkêşeya nû li Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan û hewlên pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê kirin.

Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir, ewê ji Herêma Kurdistanê re pêşîne ye û pêwîst e alî wê li ber çavan bigirin ew e, bi sê perensîpên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê di warên curbicur ên hikûmraniyê de pabend bin û divê di jêr saya wan her sê perensîpan de gelekî bi ronî rêkeftinê li ser babet û pirsgirêkan û pêkanîna hikûmeta nû bikin.

Derbarê proseya hilbijartinê û encaman de, Serok Barzanî ji şanda mêvan re ragihand, ku gelek têbînî li ser karê komisyonê, birêvebirina proseya hilbijartinê û destkarî û sextekarî di encaman de hene.

Diyar kir jî, PDK ti nûnerekî wê di Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê de nîn e û biqest hejmareke mezin ji dengê PDKê şewitandin, bi taybet dengên kampan û dengên xwişk û birayên Êzidî û armanca wê ji şewitandina dengan ew bû PDK li parêzgeha Neynewayê nebe yekem, ku di rastiya dengdan de jî yekem e.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî dupat kir ku ji bo nehîştina gûmanan û pakirina proseyê, PDK bi hemû rêkaran razî bûye êdî çi hejmartina dengan be yan pêdeçûnê ji bo giliyan û duberkirina hilbijartinan jî. Lê hewdanên bo lîstina bi encaman û hilweşanina dengên Pêşmerge bi ti awayekî nayin qebûlkirin. Ev zilma li Pêşmerge tê kirin û Pêşmerge parêzerê li welatê xwe kiriye û mafê wî li ser her aliyekî heye û ji bo çi dengê Pêşmerge bê sedem û ji bo meremên siyasî bên hilweşandin.

Serok Barzanî amaje bi wê jî da, karkirina ji bo hilweşandina dengê Pêşmerge nîşaneke metirsîdar e û karkirina ji bo hilweşandina pêşeroj û çarenivîsa Kurdistanê ye, ji ber wê bi her awayekî li hember wê biryara zalimane radiwestin.

 

S. B