"Dibe ku dewletek nû li Rojhilata Navîn bê damezirandin"

Lêkolînereke Israîlî: Berpirsên Israîlî li gel hin serkirdeyên Kurdên Sûryê jî civyan e, lê pêwendiyên Israîlî bi PYDê re ne gellekî xurt in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Malpera RT ya Rûsî, raporek bi navnîşana serê belav kiriye û têde pêşbînî dike, ku Rojhilata Navîn ji bo damezirandina dewleteke Kurdî were amadekirin.

Li ser vê mijarê, Igor Sopotin di gotarekê de ji rojnameya "Nizavisîmya Gazeta" ya Rûsî re nivîsiye, ku Tirkiyê amadebûna xwe ji bo hevrêziyê li gel Îranê ragihandiye, daku operasyonekê li dijî PKK li nav Iraqê destpê bike, ew jî di çarçoveya bizavên Enqerê de tê, ku dixwaze pêgeha xwe li navçeyê bihêz bike.

Rojnameya navhatî di raporekê de zelal kir, ku bizavên Tirkiyê li gel armancên Israîl hev nagire, bi taybet niha serkirdeyên Israîlî gotûbêjan derbarê serxwebûna Kurdistanê dikin û ew yek bêtir ji aliyê endamên Partiya Lîkod a Israîlî ve tê kirin, ku berî niha perlemanterê wê Partiyê (Yuav Kish) pirojeyasayek pêşkêşî (Kinîst) Perlemana Israîlî kiribû û têde xwestiye ku Israîl li mafê serxwebûna Kurdistanê mikur bê û alîkariya Kurdan bike daku dewleta xwe ya serbixwe rabigehînin.

Ji aliyê xwe ve berpirsê berê di wezareta derve ya Amerîka de Fredrik Hof, ji wê rojnameyê re tekez kir, ku ew bizavên (Kinêst)ê Perlemana Israîlê, diyar dikin ku pêwendiyeke baş di nav Israîl û Kurdan de heye.

Herwiha lêkolînera Israîlî Elîzavita Tisorkova ji rojnameya navhatî re got: Berpirsên Israîlî li gel hin serkirdeyên Kurdên Sûryê jî civyan e, lê pêwendiyên Israîlî bi PYDê re ne gellekî xurt in, ji ber ku Israîl bi çavên gefên Îranê li Sûryê temaşe dike, neku bi çavên berjewendiya Kurdan û helwesta PYDê ji Îranê ne cigar bû.

N.O